Ev jî marîfeta Kurdên AKPê ne; li Amedê kirine

Li Amedê li ber kolordiya cendirmeyan xwepêşandin dest pê kiriye û li ber avayîya walîtîyê bi merşa Istîqlalê ya Tirk dawî hatîye.

Di 18.12.2016ê di pêşengîya mebûsên AKPê yên Dîyarbekirê Galib Ensarioglu û Ebubekir Bal û sendîka Memur-Sen ku serokê wê Yunus Memiş e û di hilbajirtina 2015ê de ew jî namezetê AKPê bû û qezenc nekir li Diyarbekirê pişta xwe dane dewleta xwe û xwe xistine bin barekê giran û bi alayeka direj a Tirk hilanîne û terorê lanet kirine.

Li Amedê li ber kolordiya cendirmeyan xwepêşandin dest pê kiriye û li ber avayîya walîtîyê bi 'Merşa Istîqlal' ya Tirk dawî hatîye.

Serokê Memur-Senê Memîş gotiye;"Ew nêviyên Selhedînî Eyyubî û Fatîh Sultan Mehmed in; ewê projeyên zihnîyeta Seferên Haçperestên ku di sedsala 21ê de li hember walêtê wan Tirkiyê dixiwazin pêk bînin, ew ê van projeyan xerab bikin; Tirkiye li Helebê însanetîyê diparêze, lê gerbî  li welatê wan bi destê taşeronên xwe dixwazin yekîtî û axa wan perçe bikin."

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin