Ev du roj in balafirên tirk li Rojavayê nafirin!

Rojnamevan Mihemed Bilo ji Medyaya herêmî re îro duşemê got ev du roj in, balafirên şerî yên Tirkiyeyê li ser Efrînê nafirin ku ev jî bûye sedem ku xelk hinekî rehet bibin.

Biloyî diyar kir ku ev du roj in, balafirên şerî yên Tirkiyeyê li ser Efrînê nafirin û got:

HSD karî hewladeneke komên dijber ên Tirkiye piştgiriya wan dike ya derbasbûna mihwera Şiyeyê têk bir û destnîşan kir ku şerekî dijwar di navbera dijberan û HSDê de li gundê Xelîl û îstasyona radyoyê ya navçeya Racoya rojavayê Efrînê berdewam dike.

 

Hêjayî gotinê ye ku hatibû îdîakirin ku qada hewayî li Tirkiyeyê hatibû girtin lê belê hîn ev agahî ji aliyê ti alî ve nehatiye piştrastkirin.

Herwiha peyamnêrê Kurdistan 24ê jî ragihand ku balafir kêm tên dîtin lê hîn ti aliyî daxuyanî derbarê firîna balafiran de nedaye, encex herêmên sînorî ji aliyê balafirên Tirkiyeyê ve duh bi şev hatibûn bombebarankirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin