Cano Amedî
Ev doz, doza miletekî ye
Ev doz, doza netewekî ye
Ev doz, doza welatekî ye
Ev doz, doza tecrube û dîroka miletê me ye
Ev doz, berdewamîya têkoşîna sed salan a milletê Kurd e
Ev doz, doza mirovahîyê, doza heqîyê, doza hûqûq û hebûnê ye
Ev doz, doza serxwebûn û serwerîyê ye
Ev doz, doza têkoşînek dijwar û berbanga azadîyê ye
Ev doz, doza leheng û şehîdên Kurdîstanê ye
Ev doz, ne doza serwerî û tahhakuma partî, rêxistin û kesayetan e
Ev doz, ne doza kom û derdorên berjewendîperestan e
Ev doz, ne doza dîktator û taciran e
Ev doz, ne doza kursî û maqaman e
Ev doz, ne doza konfor û çêrandinê ye
Ev doz, ne doza xwefiroşî û Beko Ewanîyê ye
Ev doz, ne doza qurnazî û rowîtîyê ye
Ev doz, ne doza wext derbasbûnê ye
Ev doz, ne doza Silêman Nazîf, Musa Beg, Dîyap Axa,
Bînbaşi Kasim, Pîrînçzade û şopgerên Zîya Gökalp e!
Ev doz, DOZA Şêx Ubeydullah Nehrî, Şêx Ebdulselam Barzanî,
Ebdulrezak Bedirxanî, Mele Selîm, Îhsan Nûrî, Şêx Seîd,
Xalidê Cibrî, Seyîd Riza, Alî Şêr û Mele Mustefa Barzanî ye.
Ev doz, doza leheng û têkoşerên milletê Kurd e
Ev doz, ne doza rêwîyên parlemento û simsarên kozikan e
Ev doz, ne doza berjewenîperest û canbazan e
Ev doz, ne doza tacir, celep û nebîyên sixuran e
EV DOZ, DOZA MİLETEKÎ, NETEWEKÎ Û YA WELATEKÎ YE
EV DOZ, DOZA KED, XEBAT, TÊKOŞÎN Û SERKEFTİNÊ YE
Ev doz, ne doza berjewendîyên demkî, sîyaseta rojane, mêrga fen û dekan ne!
Ev doz, ne doza xewn û xeyalên kursîyên ji çermê xezalan e
Ev doz, ne doza îdeolojî û kedîkirina pergalên entegrasyonê ye
Ev doz, ne doza “demokrasiya derewîn” û asimlasyona xwebexş e
EV DOZ, DOZA MILETÊ KURD, DOZA KURDISTANÊ YE
Dîrok şahidê ku di vê rîya dûr û dijwar de her tim bêbextî, bêxîretî, rûreşî û xwefiroşî layiqê şopgerên Beko Ewan û şagirtên Zîya Gökalp bûye û îro jî berdewam e. Di vê dozê de ked, xebat, serfirazî, serkeftin û pakrewanî bûye xelata şopgerên doza neteweyî û têkoşerên milletê Kurd e!
Bi dek û dolaban, bi fen û fesadîyan, bi lîstok û xapandinê, bi hewldanên komplo û dorpeç kirina kêmkirinê serkeftinek mayînde, pêşketinek kollektîf ne mumkun e. Bi şîret û kodên bapîrên xwe, bi çîrok û derewên xwe, bi manîpilasyon û hewldanên “paqijkirina” xulamên Îttîhad Terrakî, peyayên Teşkîlata Mahsûsa ne hêsan e! Hewldan û keda we bêwate ye! Ji bîr nekin dîrok her tim başî û xirabîyan; ked û xebatên netewpewerîyê, sekin û helwestên li dijî dagirkerîyê qeyd dike. Hûn her çiqas kirasên heft reng li xwe bikin, di çem û robaran de xwe bişon, bi nav û sifatên “rengîn” xwe bisipêrin ber dîwarên hinekan, derbasbûyina we jibîr nabe. Berpirsîyarî û mesûllîyeta we ji holê ranabe!
Jibîr nekin wê roj bê, rûpel bi rûpel, xal bi xal, mijar bi mijar rastî û nerastî dê derkeve ser mêzînê! Doza miletekî, doza welatekî dozek giran û pir alîye. Hemû beşên civatê mesul û terefên dozê ne. Tu hêz ne mafdar e ku vîna mileteki dîl bigire û bisipêre dîlekî. Doza welatekî bi vîn û biryara hemû pêkhatîyan, bi îştirak û hewldanên hemû beşên civatê, bi tifaq û hevkarîya alîyên netewî bi ser dikeve. Îro jî rê û rêbaz li ber me ye, biryardayîn û helwestgirtin jî di deste me de ye.
Divê em her tim li ser bingeha berjewendîyên netewî rawestin, tevbigerin û helwest bigirin. Ev wêneya ku min parve kirîye rastîyekî bingehîn û dîrokî nîşanê me dide. Divê em baş bixwînin, baş bi nîrxînin, baş bifikirin, baş şîrove bikin û dîroka milletê Kurd ya sed salên dawî baş di ber çav re derbas bikin. Ne tene Bakûrê Kurdistanê hemû beşên Kurdistanê ji bo me çavkanîya tecrube û dersên zêrîn in. Divê em bi baldarî û bi hişmendîyek netewî li ser rawestgehên demsalên têkçûnê bisekinin, şîrove bikin, binîrxînin, di derbarê rê û rêbazên nû de lêkolîn bikin û xwe fêrî xwendinên nû bikin. Bi ezberên doyin, bi hînbûn û karekterê doyîn, bi pêwendî û têkilîyên doyin, bi hişmendî û xewnên doyin, bi alav û derfetên doyin, bi malzeme û mêjîyê doyin pêşketin zehmet e! Guhertin, nûbûn û berdewamîya sînerjîyek kollektîf dikare rê li ber destkeftîyên neteweyî xweştir bike.
Divê em bi zelalî bê tirs rûpelên rûreşîyê û yên serbilindîyê ji hev veqetînin. Piştre destê xwe deynin ser ûjdanê xwe û li ser bingeha hûqûqa gerdûnî, bi aqilekî hevbeş û yê Kurdî rê li bêbextî û neheqîyan bigirin. Baş bizanibin ku her tim bê dengî û bê helwestî pejirandina rewşa heyî ye. Ji ber wê yekê, bêtirs û bêşik bi dilsozî, bi dilpakî, bi bîr û bawerîyek paqij biryarên xwe bidin, helwest nişan bidin û li dijî neheqî û şaşîyan rawestin. Dibe ku hûn bi serê xwe tenê bimînin dîsa jî di rîya heqîyê de bimeşin. Jibîr nekin carna dengek, carna gavek, carna komek berf rê li ber aşîtê vedike. Bi cesaret û vîna zarokekî biqîrin û bejin: “Şah/Qiral tazî ye!!!”
26.11.2025