Ev dewlet hebûna Kurdan qebûl nake

Endamê Konseya Serkirdatiya PKKê Murat Karayilan, got ku ew fermanên Ocalan esas digirin û Ocalan nûnerê wan e. Karayilan herwiha got, “Eger dest ji înkarê bê berdan, em dikarin pirsa Kurd bi rêya diyalogê çareser bikin.”

Endamê Konseya Serkirdatiya PKKê Murat Karayilan, got ku ew fermanên Ocalan esas digirin û Ocalan nûnerê wan e. Karayilan herwiha got, “Eger dest ji înkarê bê berdan, em dikarin pirsa Kurd bi rêya diyalogê çareser bikin.”

 

Endamê Konseya Serkirdatiya PKKê û Fermandarê HPG, ku baskê çekdarî yê PKKê ye, Murat Karayilan, derbarê daxuyaniyên Ocalan de ku gotibû ew amade ye di nava heftiyekê de pirsa Kurd çareser bike, ji televîzyoneke nêzikî PKKê re axivî.

 

Murat Karayilan ragihand ku ew piştgiriyê didin gotinên Abdullah Ocalan û diyar kir ku ew weke tevger û gerîla fermanên Ocalan esas digirin û Ocalan nûnerê wan e.

 

Karayilan diyar kir ku Ocalan gotiye ew dixwaze ji Kurdan re cihekî çêbike û li ser vê yekê jî got: “Ev jî girîng e. Yanî cih ne ji bo Kurdên Bakur bi tenê ye. Li herêmê hewcehiya Kurdan bi cihekî heye, cihekî azad heye. Eger heta dewleta Tirk Kurdên nava xwe qebûl neke her tim li ser Kurdên derveyî sînorê Tirkiyeyê hebûna Tirkiyeyê wê gef be.”

 

Endamê Konseya Serkirdatiya PKKê got divê Tirkiye rastiya Kurd qebûl bike û wiha pê de çû: “Niha meseleya me ev e. Ev dewlet hebûna Kurdan qebûl nake.”

 

Karayalin amaje bi wê yekê da ku berê Kurd dihatin înkarkirin û destnîşan kir ku hêj dest ji wê siyasetê nehatiye berdan û ragihand ku ager dest ji siyaseta înakara Kurdan bê berdan, ew dê wê demê bikarin bi rêya diyalogê pirsa Kurd çareser bikin.

Siyaset Haberleri

Fethullah Huseynî: Divê mafê kurd wek neteweya duyem di destûra Sûriyeyê de bê çespandin
Bêrîvan Mihemed: Em ji bo diyalogê re vekirî ne, lê Şam xwe paş ve dikişîne
Çarenivîsa Durziyan li ser maseyê ye: Netanyahu ji bo Siwêdayê behsa korîdoreke kir
Fermandarekî Heşdî Şebiyê: Şer ber bi Îraqê ve tê
Fîdan: Li Sûriyeyê partiyên Kurd ên dostên me jî hene û wan alîkarî xwest