Ev 8 roj e agirê li daristanên Mûşê nehatiye kontrolkirin

.

 Daristanên parêzgeha Mûşê ya bakurê Kurdistanê 8 roj in dişewitin. Roja Înê ya heftiya derbasbûyî li navçeya Şênê ya Mûşê agir bi daristanan ket, heya niha agir nehatiye kontrolkirin.

Çavkaniyên xwecihî dibêjin, ji ber sedemên ewlekariyê rê nadin ti kes biçe wê navçeyê. Bi sedan dar şewitîne û mêrgên wê jinav çûne.

Serokê Komeleya Jîngeparêzî ya Meşe Îhsan Aytemîş ragihand ku şewata daristanên Şênê komkujiyeke û divê lêkolîn li ser sedemên wî agirî bêne kirin û kesên ku bûne sebeb bêne cezakirin.

Îhsan Aytemîş got, “Şewitandina daristanê talan e. Em dixwazin sedema vê şewatê were lêkolînkirin. Bila tawanbar bê ceza nemînin.”

Agirê daristanên Mûşê her ku diçe zêdetir dibe, heya niha hewleke cidî ji bo kontrolkirina wî agirî nebûye.

Rêveberê Daristanên Mûşê ragihand ku ji ber coxrafyaya navçeyê ya asê, amûrên pêwîst bo vemirandina agir nagihin wê navçeyê.

Li gelek bajarên Tirkiyê jî ew çend roj in ku şewat li daristanan berdewam e.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin