Eskeran di operasyona Liceyê de 13 welatî binçav kirin  

.

Eskerên duh li çoltarên navçeya Liceyê ya Amedê derketin operasyonê 13  welatî binçavkirin. 

Eskerên ku duh serê sibê li gundên Mizag, Xemzê, Mexmedêlê, Melê, Qormik, Zengesor, Dizeynî yên navçeya Liceya Amedê  derketin operasyonê, bi ser gelek gundan de girt. Operasyona eskerî ku balafir û helîkopteran jî piştgirî da, keyayê gund jî di navde 13 welatî binçav kirin. Di serdegirtina gund û malan de keyayê Gundê Melê Mekin Yalçin û ji gundê Duzeynî kalê 74 salî Ramazan Aslan jî di navde 13 welatî binçav kirin.

Kesên hatin binçavkirin birin Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Liceyê. Hat diyarkirin ku piştî lêpirsinê ew sewqî Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Amedê bike. Ji ber der barê dosyayê de biryara veşartî hatiye girtin, der barê sedema binçavkirina wan de agahî nehat bi destxistin. 
 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin