Eskeran bi ser gund de girt: Çima we Newrozê pîroz kir?

.

Eskeran bi hêceta Newroz li gundê Qerahemza yê girêdayî Kanîreşê hatiye pîrozkirin bi ser gund de girtin û şêniyên gund li meydana gund kom kiriye û heqaret li wan kirine. 

Eskeran bi hêceta li gundê Qerahemzayê yê girêdayî navçeya Kanîreşa Çewligê Newroz hatiye pîrozkirin bi ser gund de girtin. Hat zanîn ku ev bû du car esker bi ser gund de digirin. Şêniyên gund ragihandin ku eskeran serdegirtina gund wek pîrozbahiya Newrozê nîşan dane û gundaiyan li meydana gund civandine û heqaret û çêr li wan kirine. 
 
Eskeran ji gundiyên li meydana gund kom kiribû pirsa vêxistina agirê Newrozê kir û gundiyan bertek nîşanî eskeran da vê carê jî esker heqaret li wan kirin. 
 
TUNDÎ LI ZAROKÊ 11 SALÎ KIRIN 
 
Zarokê bi navê S.O. yê 11 salî bertek nîşanî eskeran da. Li ser vê yekê eskeran tundî li zarok kir. 
 
Gundiyên bi telefona xwe dîmen û wêne girtin jî ji aliyê eskeran ve hatin jê birin. 

 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye