Ermenistanê Serokwezîrê xwe diyar kir

Serekê protestoyên ji meha nîsanê de Nikol Paşinyan di dengdayina li parlamentoyê de wek serokwezîrê nû yê Ermenistanê hat bijartin.

Paşinyan di dengdayina li parlamentoyê de bi 59 dengan bû serokwezîrê nû yê Ermenistanê. Herwiha li dijî Paşinyan jî 42 deng hatin dayin. Di dengdayina hefteya borî ya li parlamentoyê Paşinyan 45 deng vergirtibûn, lê ev hejmar bo hilbijartina lîderê mûhalîf têrê nedikir.

Di dengdayina îro de piştî ku Partiya Komariyê piştgiriya xwe ragihand Paşinyan bû serkwezîrê nû.

Herwiha Paşinyan di tûra ewil ya hilbijartina li parlamentoyê de piştî ku hejmara bo serokwezîrtiyê bidestnexistibû bi hezaran alîgirên lîderê mûhalîf derketibûn kolanan.

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin