Ermenîstanê ji ber Îsraîl çekan difroşe Azerbaycanê Balyozê xwe ji Îsraîlê vekişand  

Ermenîstanê ji ber Îsraîl çekan difroşe Azerbaycanê Balyozê xwe ji Îsraîlê vekişand

Hikûmeta Ermenîstanê, ji ber Îsraîl çekan difroşe Azerbaycanê, Balyozê xwe yê li Tel Avîvê vekişand, ev jî pirsgirêkeke dîplomasiyê ji bo Îsraîlê çêdike. Ji ber ku tenê nêzîkî du hefteyan e Balyozxaneya Ermenîstanê li Îsraîlê vekiriye.

Ermenîstanê di roja 17ê Îlona 2020an de, Balyozxaneya xwe ya Tel Avîv vekir, lê belê roja Dûşemê di 5ê Cotmeha 2020an de, Balyozê xwe vekişand û bal kişand ser firotina çekên ji aliye Îsraîlê bo Azerbaycanê tên firotin.

Hikûmeta Ermenîstanê dibêje: Li gor zanyariyên îstîxbaratî û hewalgirî, di çend rojên derbasbûyî de balafireke barhilgir a Îsraîlê ku çek û kelupelên serbazî hilgirtibû, ji Îsraîlê ve gihîştiye Azerbaycanê.

Azerbaycan di sala 2016an de, bi bihayê çar milyar û 850 milyon dolaran, çek ji Îsraîlê kiriye ku drona cengî jî tê de heye û Ermenîstan jî dibêje dronên Îsraîlî ji aliyê artêşa Azerbaycanê ve, di şerê Qarabaxê de tên bikaranîn.

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye