Ermenistan îro Laçînê radestî Azerbaycanê dike

.

Piştî şerê Qerebaxê ku Ermenistan neçarî îmzekirina peymana têkçûna şer bû, mohleta agirbestê ya bo radestkirina bajarê Laçînê ku wekî navenda Kurdistana Sor jî tê zanîn bidawî dibe.

Bi agirbesta ku Rûsyayê navbeynkarî di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de kiribû, beriya niha bajarên Ağdam, Kelbajar radestî Azerbaycanê hatibûn kirin.

Îro 30yê Mijdarê jî mohleta bo radestkirina bajarê jeostratejîk Laçînê bidawî dibe û divê Ermenistan heta demjimêr 24:00 bajar radestî Azerbaycanê bike.

Beriya salên 1990an li Laçînê piranî Kurd hebûn, lê niha Ermen li wir hene û piştî têkçûna şer bo Azerbaycanê tê radestkirin.

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye