Ermenistan daxûyaniyên Azerbaycanê red dike!

Ermenistan daxûyaniyên Azerbaycanê red dike!

Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev derheqê şerê Qerebaxa Çîyayî de, di diaxûyaniya xwe de gotibû, "Me dest daniye ser beşek hevsînorê Îranê." Lêbelê Wezareta Parastinê ya Ermenistanê daxûyanî da û got, "Daxûyaniya Aliyevî ne rast e."

Berdevkê Wezareta Parastinê yê Ermenistanê Artsrûn Ovanîsyan dibêje, "Li ser dirêjahiya sînorî şer berdewam e. Azerbaycan nikarin dest danin ser çi hevsînorên me yên li gel Îranê."

Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev roja Pêncşemê daxûyaniyekê dide û dibêje, "Hêzên me li Qerebaxa Çiyayî pêş dikeve. Dest danîne ser beşek hevsînorên Îranê û Qerebaxa Çiyayî.

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye