Ermenan berî ku bajarê Kelbajar ê Kurd radestî Azerbaycanê bikin şewitandin

.

Piştî peymana agirbestê û bidawîkirina şerê Qerbaxê ku bi navbeynkariya Rûsyayê di navbera Ermenistan-Azerbaycanê de hatiye îmzekirin, li gorî peymanê divê heta 24 saetan bajarê Kelbajar (Kelbecer) radestî Azerbaycanê bê kirin.

Kelbajar beriya Ermen bikevinê bajarê Kurdan bû sala 1920an hatiye avakirin ku di arşîvên Yekîtiya Sovyetê de jî cî digire.

Lê belê gorî rêkeftina di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de hatiye îmzekirin, Kelbajar careke din dest diguhere û vê carê Ermenên niştecihên bajêr divê heta 24 saetan bajar radestî Azerbaycanê bikin.

Beriya radestkirinê jî niştecihên Ermen ên bajar xanî û malên xwe dişewitînin li dibistanan wêneyên qehremanên xwe yên şer anîn xwarê û li şûna wan peyam ji Azerbaycaniyan re nivîsandin.

Herwiha hinek malbat jî dêra Dadivank a Kelbajar û xatirê xwe xwestin.

Bajarê Kelbajar, Laçîn, Kubatlî û Zengilan beriya Ermenistan têkeviyê bajarên Kurdistana Sor bûn û herêmeke otonom hatibû avakirin ku heta roja îro jî di navbera Azerbaycan û Ermenistanê herêmeke nakok e.

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye