Êrîşeke mûşekî bi ser serbazgeha Tirkiyê de hat kirin

.

Du mûşek arasteyî serbazgeha Zilîkan a artêşa Tirkiyê ya li nêzîkî Başîqe hatin kirin. 

 Jêderekî ewlehiyê ji bajarê Mûsilê ragihand; îşev ligel êrîşa mûşekî ya bi ser Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê de, du mûşek jî arasteyî serbazgeha Zilîkan a artêşa Tirkiyê ya li nêzîkî Başîqe hatin kirin.

Li gor zanyariyên K24ê, di encama êrîşa mûşekî de kesek birîndar bûye.

Îşev di demjimêr 21:45an de êrîşeke mûşekî bi ser Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê de hat kirin.

Li gor zanyariyên K24ê, mûşekek li nêzîkî baregeha hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê ya li balafirgehê ketiye xwarê.

(K24) 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye