Êrişa Tirkîyê kontrolkirina girtîyên DAIŞê zehmetir dike

Li gorî rapora Gurûpa Krîzên Navdewletî, hêj jî li navçeyên di bin kontrola Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) de, metirsîya serhildan û xwe rêkxistina DAIŞê berdewam e.

Navenda Nûçeyan- Grûpa Krîzên Navdewletî raporek belav kirîye û tê de behsa metirsîya girtîyên DAIŞê dike, ku li jêr kontrola HSDê de ne, li Rojavayê Kurdistanê. Li gorî wê raporê, êrîşa Tirkîyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûrîyê, zîyan gihandîye hevsengîya leşkerî, û ev yek jî bûye sedem ku kontrolkirina girtîyên DAIŞê zehmetir bibe.

Grûpa Krîzên Navdewletî dibêje  êrîşa Tirkîyê li ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûrîyê, balansa leşkerî ya navçeyê têk daye û vê yekê jî wiha kirîye kontrolkirina girtîyên DAIŞê girantir bibe û gefê jî li ser ewlehîya navçeyê û wan welatan jî dirust dike, ku ew girtî jê hatine.

Li gor raporê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûrîyê, 3 kamp hene, ku girtîyên DAIŞê ji mêr, jin û zarokên wan lê dimînin ew jî kampên Hol, Roj û Eyn Îsayê ne.

Li Kampa Holê bêhtir ji 70 hezar kesî hene û 30 hezar Iraqî ne, 11 hezar û 200 kesên bîyanî ne Ji 54 welatên cîhanê.

Li Kampa Roj a nêzîkî Qamişlo jî hezar û 700 kes hene, hezar û 200 kes ji wan bîyanî ne.

Li Kampa Eyn Îsa ya li bakurê Reqayê jî nêzîkî 13 hezar kesan hebûn, hezar ji wan bîyanî bûn û di yekeyeke taybet de, girtî bûn.

Lê piştî êrîşa Tirkîyê li ser Rojavayê Kurdistanê, hejmareke kêm ji wan girtîyan hatin veguhastin bo Kampa Hol û beşek ji wan hatin birin bo Tirkîyê û beşek ji wan jî winda bûn, ku zanyarî derbarê wan nînin.

Grûpa Krîzên Navdewletî dibêje ku divê welatên Rojava lezê bi wergirtina wan jin û zarokên ku kesûkarên DAIŞê ne, bikin.

Herwiha daxwaz dike lezê di vegerandina wan jinên ku gefê pêk naynin û pere û hêsankarîyên din ji wan jin û zarokan re peyda bikin ku li kampan dimînin.

Çavkanî: Rûdaw

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da