Êrîşa li ser nivîskar di civatê de nerazîbûn peyda kir!

Di 12ê Nîsana 2017ê, li Hewlêrê du kesa êrişê Ferhad Pîrbal kiribûn

Piştî fermana Barzanî ya ji bo girtina êrişkarên ser rewşenbîrê Kurd, Ferhad Pîrbal, Polîsê Hewlêrê ragihand: “Her du kesên êrişkar ji aliyê hêzên polîs ve hatin desteserkirin.”

Rêveberê Polîsê Hewlêrê, Ebdulxaliq Telet di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re aşkere kir: “Piştî ku roja çarşemiyê 12ê Nîsana 2017ê, du kesan êriş kirine ser Ferhad Pîrbal, her du kes paşê ji aliyê hêzên Polîsê Hewlêrê ve hatin desteserkirin.”

Ebdulxaliq Telet diyar kir: “Derbarê çawaniya bûyerê de, dest bi lêkolînan hatiye kirin.”

Êrîşa li ser Ferhad Pîrbal li Herêma Kurdistanê nerazîbûnek tund peyda kir!

Demek kurt piştî belavbûna nûçeya êrişkirina ser Ferhad Pîrbal, Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser bûyerê daxuyaniyek weşand û tê de biryara Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ji bo girtina kesên êrişkar aşkere kir.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin