Êrîşa li dijî Walîtiya Hewlêrê: 3 terorîst jî hatin kuştin

Îro danê sibehê sê çekdar ketine nav avahiya Parêzgariya Helwêrê û polîsek bi teqeya êrişkaran birîndar bû. Hate ragihandin ku 3 çekdarên êrîşkar jî hatin kuştin. Tê gotin sivîlekî karmendê parêzgariyê jî canê xwe ji des daye.

îro danê sibehê saet 07.30an de 3 çekdar ketin nav Parêzgariya Hewlerê û polêsek hatiye birîndarkirin.

Li gor zanyariyên heyî, polêsên Kurdistanê ketine pey êrîşkaran û jûr bi jûr ew her sê êrişkaran jî kuştine û parêzgeriyê kontrol kirine.

Di êrîşê de polêsekî bi navê Ehmed Selim Gerdî birîndar e. Ehmed Selîm Gerdî, di sala 1983an de ji dayîk bûye, 16 sal e polîs e û ev bû cara duyem li ser karê xwe tê birîndarkirin. Bavê 5 zarokan e û li taxa Badawe ya Hewlêrê niştecih e. Gulle li milê wî yê çepê ketiye û birîna wî giran nîne.

Sivîlek canê xwe ji dest da!

Li gorî BasNewsê, di êriş û aloziya îro de digel vî polêsî sivîlek jî birîndar bûbû. Qasekî beriya niha hat gotin ku ew kesê sivîl can daye. Tê gotin ku ew kesê miriye, mesîhî û karmendekî parêzgariyê bûye. 

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin