Erebkirina Rojavayê Kurdistanê: 51 sal di ser Zinara Erebî re derbas bûn

.

 Îro 51 sal di ser bicîhkirina projeya Zinara Erebî li herêma Cizîrê yê Rojavayê Kurdistanê re derbas dibin.

Bi vê projeyê bi sedhezaran donim zevî ji Kurdan hatine standin û li ser Erebê hawirde hatibûne belavkirin.

Zinara Erebî ango Kembera Erebî projeya erebkirin û guhertina demografiya herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê bû û li gorî naveroka pirtûka Mihemed Teleb Hilal pêk hatibû.

Mihemed Teleb Hilal ku serokê istîxbarata Sûriyê bû, ew pirtûk di sala 1963yan de amade kiribû.

Dirêjahiya Zinara Erebî 275 kîlometre û kûrahiya wê 10-15 kîlometre bû û ew roja 24.06.1974an ket ware cîbicîkirinê.

Payiza 1974an komkirina Ereban li balafirxaneya Qamişlo dest pê kir û bihara 1975an veguhastina Ereban bi dawî hat.

4 hezar malbatên Ereb li wan deveran hatin bicihkirin, 3 milyon donim erdji Kurdan hat standin.

Di çarçoveya Zinara Erebî 39 gund ji bo Ereban hatin avakirin.

Her wiha 335 gundên Kurdan zerer dîtin û 150 hezar cotkarên Kurd bê zevî man.

Li Dêrikê 12 gund û 189 hezar 445 donim ketin ber Zinara Erebî û 1535 malbatên Ereb li wê devera Rojavayê Kurdistanê hatin bicihkirin.

Li Qamişloyê jî 12 gund û 264 hezar 900 donim ketin ber wê projeyê û 1266 malbatên Ereb li wê herêmê hatin bicihkirin.

Ji Girê Spî, rojhilatê Qamişlo heta gundê Til Xezalê dirêj bû.

Her wiha li Serê Kaniyê jî 15 Gund û 246 hezar 686 donim erd ketin ber Zinara Erebî û 1027 malbatên Ereb li wê deverê jî hatin bicihkirin.

Zinara Erebî çima derbasî Efrîn û Kobaniyê nebû?

Zenara Erebî ango Kembera Erebî derbasî Kobanî û Efrînê nebû. çima? Kê rê li ber girt?

Kesê rê li ber berfirehbûna Zinara Erebî girt ku derbasî Kobanî û Efrînê nebe, Cimoyê El Hemik bû.

Cimoyê El Hemik hîç razî nebû ku erdên xwe radestî Erebên hawirde bike.

Dema ku Hikûmeta Sûriyeyê ya Beasê xwest wê projeyê di sala 1967an de, li gundewarên herêmên Girê Spî û Kobaniyê bi cîh bike, Kurdên li wê derê ne di nava wan de Cimo, bêyî ku bitirse li hemberî Hikûmeta Sûriyê û Erebên hawirde derketin.

Cimoyê El Hemik û zarokên xwe, xwe di nava erdê xwe vedişartin û kî derbasî nava erdê wan dibû ew gulebaran dikirin.

Hinek caran seg berdidan wan, hinek caran jî ew derbasî aliyê Tirkiyeyê dibû û ew ji Tirkiyeyê gulebaran dikirin.

Wan di nava erdê xwe de mayîn diçandin, ji bo ku Ereb nikaribin di nava erdê wî de bimînin, kî derbasî nava erdê wan dibû mayîn pêde diteqiya, yan birîndar dibû yan jî dihate kuştin, bêhtirî 10 salan şer kir.

Ji ber wê yekê Cimoyê El Hemik gelek caran ji aliyê îstîxbarata Sûriyê ve hatibû girtin û şkencekirin jî lê wî û zarokên xwe nehîşt projeya Zinara Erebî derbasî Kobaniyê bibe.

Piştre jî parêzerê Kurd yê ji Efrînê Şewket Nesan li dadgehan xwedî li Cimoyê El Hemik derket û erdê wî bi temamî li ser navê wî hate tapokirin û êdî kesekî nikaribû jê bistîne.

Siyaset Haberleri

Îstixbarata Amerîkayê: Êrişên me bernameya nukleer a Îranê ji holê ranekir
Koma ku ji HTŞê derketiye berpirsiya êrîşa dêra Şamê li xwe girt
Amerîka: Em ê piştgiriyê bidin hikûmeta Sûriyeyê
Vicente Gonzalez: Diviya Trump ji bo êrişê ji Kongreyê destûr wergirta
Li Tehranê deriyê girtîgeha girtiyên siyasî hat bombebarankirin