Erebîstana Siûdî: "Îran çeka nukleerî çêke di zûtirîn wext de emê jî eynî tiştî bikin"

Welîehdê Erebistana Siûdiyê Mihemmed Bin Selman, ragihand ku eger Îran çeka nukleerî çêke, di wextê herî nêzîk de ew ê jî heman tiştî bikin.

Bin Selman, ji bo qenala televizyona CBS ya Amerîkayê axivî û di derheqê xetereya Îranê de nirxandinên giring kirin.

Mihemmed Bin Selman bal kişand ser xetereya Îranê ya li ser dewletên Kendavê û wiha got:
"Eger Îran çeka nukleerî çêbike, di wextê herî nêzîk de emê jî heman tiştî bikin."

Dubendiya di navbera Îran û Siûdiyê de piştî ragihandina welîehdiya Bin Selman kûrtir bû.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin