Erebên hawerde dexl û danên cotkarên kurd ên Kerkûkê dişewitînin

.

Niha werza palê ye, lê li Kerkûkê jî werzê şewitandina keda cotkarên kurd e.  

Erebên hawerde dexl û danê cotkarên kurd li gundekî Kerkûkê dişewitînin. Cotkarek jî dibêje: "Em di rewşa xirab de ne û dijmin em dorpêç kirine” Cotkarên din ên li wê deverê jî ji tirsa şewitandina berhemên wan, zû dest bi palê kirine.

Niha werza palê ye, lê li Kerkûkê jî werzê şewitandina keda cotkarên kurd e. Erebên hawerde dexl û danê cotkarekên kurd li gundekê Şanşînê yê li Pirdê li bakurê Kerkûkê şewitandin.

Saman Seîd cotkarekî kurd e û genimê wî ji aliyê erebên hawerde ve hatiye şewitandin, ji K24ê re got: “Piştî 16ê Cotmeha 2017an, rewşa me li vir gelek xirap bûye. Hemû derdora me dijminê me ne. Ew dixwazin me ji vir derbikin. Ew zorê li me dikin.”

Ew cotkarê kurd dibêje jî: “Erebên hawerde agir berdan genimê min û heta tîmên berevaniya şaristanî hatin, hemû keda min a salekê di çend xulekan de hat şewitandin.”

Genimê wî cotkarî li zeviyekî 23 Donimî hatibû çandin û dihat pêşbînîkirin ku dora 25 milyon Dînarî jê rake. Xwediyê wî plan dikir piştî du rojên din genimê xwe biçine, lê hemû hat şewitandin.

Piraniya cotkarên kurd ên Kerkûkê ji tirsa şewitandina dexl û danên wan, zû dest bi palê kirin. Her çend e ew yek zirarê dide kalîteya genim û bi buhayekî kêm tê firotan, lê cotkar dibêjin ku ew neçar in zû genimê xwe rakin, baştir e ku were şewitandin û zirar bigihe wan.

Gundê Şanşîn ji koma şeş malbatan, tenê malbateke kurd lê maye, ew jî keda wê hatiye şewitandin û zextê ji aliyê ereban hawerde ve li wê malbata kurd tên kirin, ta ku ji ax û gundê xwe derkeve.

Li tenişt Şanşîn, gundê Qeznefare heye, xelkê wî gundî jî ji tirsa çekdarên DAIŞê, hemû ji malên xwe derketine û gund vala kirine.

K24

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn