Ereb bi piştevaniya hêzên serbazî gundê Heftexar ê Kerkûkê dagir dikin

.

 Ereb bi piştevaniya hêzên serbazî û serperiştiya rasterast a parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî, bi şevan zeviyên Kurdan dagir dikin. Li sînorê gundê Heftexar ê Kerkûkê jî, Erebên hawirde bi berdewamî erd û zeviyên cotkarên Kurd dagir dikin. Nêzîkî 5 hezar donim erd, piştî 16ê Cotmehê ji aliyê wan hatin dagirkirin. Belgeyên xwedîbûnê di destê Kurdan de hene, lê hukmê hêzê li ser yasayan zal bûye

Mela Hesen berpirsekî YNKê ye û ji xelkê devera Heftexar e, Erebên hawirde erd û zeviyên bav û bapîrên wî dagir kirine.

Li gor Cîgirê Melbenda Xurmatû yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Hesen diyar dike: “Wisa tenê ji dûr ve temaşekirina erdên xwe ji me re maye, niha ez biçim, polîsê federalî dê bibêje 'diçî kû derê?', ew der erd û ava me ye, bîranîna zarokatiya me ye, bav û bapîrên me bi hezar salan hestiyên wan bi wê axê ve têkel bûne, niha ew xwediyê mal û em jî bêmal in.”

Rejîma Beisê 35 sal dest danîbû ser erd û zeviyên wan, car din Erebên hawirde dest danîn, belgeyên xwedîbûnê di destê Kurdan de hene, lê hukmê hêzê li ser yasayê zal bûye.

Lijneyeke Parlamentoyê, li ser çareserkirina kêşeyên erd û zeviyên cotkarên li parêzgeha Kerkûkê hatiye pêkanîn, raporta xwe ya yekem ji Serokatiya Parlamentoya Iraqê re pêşkêş kiriye û daxwaza sekinandina reftarên li hember cotkarên Kurd hatiye kirin, lê Wezareta Çandinî û Erebên hawirde, dev ji Erebkirina deverê bernadin.


 

Kurdistan Haberleri

Mehmet Kaya: Vakifbankê kredî daye qeyûm, nedaye karsazan
Xelatên 1emîn Festîvala Fîlmên Kurdî a Dusseldorfê hatin dayin
HTŞ hêzên xwe li derdora Efrînê bicih dike
3 welatên Ewropayê dê vîzeya Schengenê nedin Tirkiyeyê
Amerîka: Êrişa li ser Kormorê rasterast êrişeke li ser serweriya Îraqê ye