Erdoganî Mexmûr jî kir hedef!

Serokomarê Tirkiyeyê û namzetê serokomariyê yê Tifaqa Cumhurê Recep Tayyip Erdoğan beşdarî bernameya hevpar a televîzyonên CNN Türk û Kanal D'yê bû û got heke Bexda çareser neke ew ê operasyon li Şingal, Qndîl û Mexmûrê bikin.

Erdogan got,

"Du aliyên vê hene helbet. Qendîl heye, Şingal heye. Heger Bexda bêje, ‘ez dikarim çareser bikim, pir baş e' lê heke neke, em ê li Qendîlê jî bidin li Şingalê jî bidin. Li vir cara ewil dibêjim, Mexmûr pir girîng e. Neteweyên Yekbûyî (NY) çi gotiye ne li bala me ye. Divê çareser bikin. Em bi Bankî Moon re pir axivîn, em ê dîsa jî biaxivin. Heke hûn çareser nekin em ê lêdin. Hûn dibêjin Qendîl ji ku tê xwedîkirin? Ji Mexmûrê. A rast Şingal jî Qendîleke biçûk e."

Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan, li ser mijara pirsa kurd jî diyar kir ku wî di sala 2005an de lyi Amedê gotiye, "Ger ev pirsgirêk be, ev pirsgirêka min e". Tirkiye tenê ne ya kurdan e. Pirsgirêka tirk û boşnakan jî heye. Niha pirsgirêka terorê heye. Pirsgirêka bingehîn jî PKK ye. Heta pirsgirêka terorê bê asta sifirê, heta dawiyê em ê têkoşînê bidin."
 
Erdoğanî her wiha diyar kir dibe ku piştî hilbijartinê Rewşa Awarte (OHAL) bê rakirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin