Erdoganî gefa li dijî rojhilatê Firêt dubare kir

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan gefên xwe li dijî rojhilatê çemê Ferêt dubare dike û radigihîne, ewê bingehên YPGê yên li rojhilatê çemê Ferêt kavil bikin.

Erdogan li bajarê Ispartayê di rûresmeke leşkerî de axivî û careke din gefa operasyonên nû li dijî YPGê xwar û got:

"Di demeke gelek nêzikê de ew ê li dijî rojhilatê Ferêt operasyon bikin û bingehên YPGê kavil bikin."

Serokomarê Tirkiyeyê amaje bi wê yekê kir, ew derbeyên mezin li PKK û YPGê didin û dê şerê wan bi giranî berdewam bike, ku di dîroka xwe da rast lê nehatine.

(Wêne:AA)

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin