Erdoğanî gef xwarin: Em ê ji Girê Sipî heta Qendîlê...

Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan careke din gef li PKKê û YPGê kir û ragihand, ku ji Rojavayê Kurdistanê heya Qendîlê ewê bi berdewamî şerê PKKê bikin.

Erdoğanî ii Perlemantoya Tirkiyê, ji perlemanterên partiya xwe re got: Me di nav sînorên Tirkiyê de PKKê şikandiye û em ê li derveyî sînor jî şer bikin heya em dawiya PKKê bînin.

Erdoğanî diyar kir, ku li Rojavayê Kurdistanê ji Girê Sipî heya Qamişlo, li Iraqê jî, li Şingalê û Qendîlê ew ê bitundî şer bikin.

Li aliyekî din Erdoğanî bang li CHPê kir ku pêdeçûnekê ji pêwendiyên xwe re li gel HDPê bike û got: PKK li Bakurê Kurdistanê li meydana şer tengav bûye û dixwaze di siyasetê de xurt bibe û HDP bihêz bike. HDPê bi xêra dengên CHPê kete nav Perleman de û CHPê bi vê siyasetê piştevaniya PKKê kir.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin