Erdoğanî di civîna NY de dîsa gef li Rojavayê Kurdistanê xwar

Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ragihand, ku armancma wan ji Minbicê ve heya sînorên Iraq, axa Sûryê pak bikin.

Di civîna 73yemîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, Serokê Tirkiyê gefa pakkirina sînoran ji PKKê û YPGê kir û got: Me Cerablus û Ra'î ji DAIŞê pak kir û me Efrîn ji PKKê û PYDê û YPGê pak kir û 4 hezar kîlometrên çargoşe me kiriye cihekî parastî, ku bi milyonan welatiyên Sûrî, bi xweşî têde dijîn. Armanca me ew e, ku em ji Minbicê ve heya sînorên Iraqê, axa Sûrya ji tîrorîstan pak bikin.

Erdogan bi awayekî nerasterast behsa alîkariyên Amerîka ji bo YPGê kir û ragihand, ew aliyên ji bo berjewendiyên xwe yên tektîkî, bi deh hezaran kemyon û bi hezaran firokeyên barkirî bi çekan radestî terorîstan dikin, bêguman wê azara vê siyaseta xwe bibînin.

Derbarê parêzgeha Idlibê Serokê Tirkiyê got: Ketîbeyên Opozisyonê dest bi vekişînê ji Idlibê kirine. Bi bizavên Tirkiyê li Idlibê asoyek diyar bûye û divê were parastin.

Herwiha Erdogan behsa Esed kir û got: Beşar Esed bi sed hezaran ji welatiyên Sûryê kuştiye û nabe li ser desthilatê bimîne.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin