Erdoğanî cardin gef li Minbic û Rojhilata Firatê xwar!

Gefên hikûmeta Tirkiyeyê ya li ser Menbiç û rojhilata Firatê berdewam dikin. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyib Erdogandî kombûna heftane ya partiya xwe de axifî û careke din gef li YPGyê xwar.

Li gor Erdoganî ji bo vekişîna YPGyê ya ji Menbicê 90 rojên ko hatibûn diyar kirin bidawî hatiye û divê YPG ji Minbicê vekişe. Ger dijî hebûna YPGyê ya li Minbic û  rojhilatê Firatê gav neyên avêtin, ew dê di asteke bilind de gavên pêwîst bavêjin û bi serê xwe tevbigerin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan got:

“Niha li Menbicê leşkerên me û yên Amerîkayê perwedehiya leşkerî ya hevpar dikin. Ji bo vekişîna YPGyê ya ji Minbicê 90 roj hatibûn diyar kirin. Lê ev xal nehate cihbecihkirin û YPG venekişiya. Ger nexşereya Minbicê neyê cihbecihkirin, em ê bi serê xwe tevbigerin. Herwiha li rojhilatê Firatê jî ger dijî YPGyê gav neyên avêtin, em ê di asteke bilind de çi pêwîst be bikin. ”

Li hemberî gefên Erdoganî Hevserokê berê yê TEV-DEMê Aldar Xelîl jî dibêje armanca Tirkiyeyê dagirkirina rojhilatê Firatê ye. Tirkiyeyê dikare li dijî YPGyê êrîşên dervayî aqlê bike lê sernakeve.

Di derbarê gefên Tirkiyê de daxûyaniyek ji hikûmeta Suriyeyê jî hat.

Wezîrê Derve yê Suriyê Welîd El Muallîm dide zanîn ko Tirkiye welatek dagirker e û ew digel wan dijî rojhilatê Firatê operasyoneke hevbeş nakin.

Erdogan hefteya borî jî gotibû ger YPG ji Minbicê venekişe ew dê operasyoneke leşkerî bikin. Divê YPG ne tenê li Menbicê, li seranserî rojhilatê Firatê nemîn e.

Li aliyekî din Serokomarê Tirkiyeyê Erdoğanî di rêûresma pişkêşana Dadgeh û Dadweran de li ser efûya ku MHPê xistibû rojevê axivî û got min ferman daye hevalan ku mijara efûyê bo guncavî wijdanan bikin, xebatan bidine destpêkirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin