Erdoğan û Salmanî pêwendiya telefonî danîn

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Şahzadeyê Erebistana Siûdî Muhemed bin Selman piştî bûyera kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşiqcî bo yekem car di pêwnediyeke telefonî de bi hev re axivîn.

Li gorî medyayên Tirkiyê, çavkaniyên ji serokomariya wî welatî ragihandine, ku ew pêwnediya telefonî li ser daxwaza Şahzededyê Siûdî Mihemed bin Selman hatiye encamdan.

 

Li gorî agahiyan, di vê pêwendiya telefonî de Edogan û bin Selman li ser mijara Cemal Xaşiqcî axivîne û herdu aliyan tekezî li ser “hevkarî û hewldanên hevbeş bo zelalkirina hûrgiliyên cinayeta kuştina Cemal Xaşiqcî û di vê çarçoveê de avêtina pêngavên pêwîst, kirine.”

 

Herwiha çavkaniyên serokomariya Tirkiyê dane xuyakirin, ku Mihemed bin Selman di vê pêwendiya telefonî de ji Erdogan re gotiye, “yên ku ji cinayeta kuştina Xaşiqcî de berpirs in, dê werin cezakirin û pêwendiyên me yên li gel Tirkiyê dê xirab nebin.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin