'Erdoğan û DAIŞ weke du sûretên pereyekê ne'

Parlamenterekî Partiya Dewleta Yasayî ya Nûrî El Malikî ji bo Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan got, "Recep Tayyip Erdogan dixwaze xewna xwe ya vegera Dewleta Osmanî li ser sînorê xwe pêk bîne."

Li gorî nûçeya K24ê Parlamenterê Hevpeymana Dewletê ya Yasayî li Iraqê Mensûr El Biecî li ser gefên dewleta tirk yên derbarê Şingalê de got:

"Divê her hêza Tirkiyeyê wekî hêza dagirker rastî miameleyê bibe, ji ber ku metirsiya wan ji ya çeteyên terorîst yên DAIŞê ne kêmtir e û divê Erdogan têbigihêje ku Iraq ne lawaz e û dikare erd û asîmanê xwe li hemberî her hewleke dijminane biparêze."

 

El Biecî daxwaz kir ku hêzên Tirkiyeyê yên li nav axa Iraqê werin derxistin û Iraq wekî dagirker miameleyê li wan bike û got, "Êdî nabe ew hêz li nav axa Iraqê bimînin û em ê welatê xwe biparêzin. Ji ber ku me ew ji destê DAIŞê rizgar kir. DAIŞ û Erdogan du rûyên pereyekî ne."

Mensûr El Biecî herwisa ji hikûmeta Iraqê xwest ku li hemberî Erdogan serî li riyên dîplomasiyê bide.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin