Erdogan, Putin, Macron û Merkel derbarê Sûriyê de dicivin

Serokatiya Tirkiyê ragihand, bi mêvandariya Tirkiyê û beşdariya Almanya, Fransa û Rûsyayê lûtkeya çar alî ya derbarê Sûriyê de 27ê Cotmehê li Stenbolê tê lidarxistin.

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê, Îbrahîm Kalin di daxuyaniyekê de ragihand, civîna çaralî ya derbarê Sûriyeyê de bi mêvandariya serokê wî welatî Recep Tayyip Erdogan û beşdariya Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, Serokê Fransayê Emmaneul Macron û Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel, dê di 27ê Cotmehê de li Stenbolê bê lidarxistin.

 

Îbrahîm Kalin got, di civîna çaralî ya derbarê Sûriyeyê de dê rewşa medyanî, rêkevtina Idlibê û pêvajoya siyasî ya li Sûriyê bêne gotûbêjkirin.

 

Kalin herwiha da xuyakirin, di vê lûtkeyê de tê plankirin ku hewldanên hevbeş ên ji bo çareseriyeke hertimî ji krîza Sûriyeyê re bêne nirxandin.

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin