Erdogan: Pirsa Kurd çi ye ya? Me çareser kir…

.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dîsa got, tiştek bi navê “pirsgirêka kurd” li Tirkiyê nemaye.

Serkomarê Tirkiyê û serokê giştî yê AKPê, Recep Tayyîp Erdogan îro di civîna firaksyona partiya xwe de parlementoya Tirkiyê de axivî.

Erdogan di axaftina xwe de behsa gelek mijaran kir. Yek ji wan mijaran, pirsgirêka kurd bû.

Erdogan li ser pirsgirêka kurd got, me her tişt kir. Me gelek fedakarî kir lê dîsa jî dibêjin “pirsgirêka kurd!”. Çi pirsgirêka kurd lo! Min sala 2005 li Diyarbekirê gotibû, li vî welatî pirsgirêka kurd tine, eger hebe jî, berpirsiyarê wê ez im û emê çareser bikin. Me çareser kir…

Ev ne cara yekê ye Erdogan dibêje pirsgirêka kurd nîne. Heta niha çend carên din jî wisa gotiye.

 

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin