Erdoğan pêşwazî Heyder Abadî kir

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li kuliyeya Serokkomariyê pêşwaziya Serwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kir.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, derbarê pirsên siyasî, abûrî, ewlehî û mijarên hevbeş civînek lidar xistin.

Serdana Ebadî ya bo Tirkiyê di demekê de ye ku cezayên Amerîka yên li ser Îran û Tirkiyê destpê kirine.

Heyder Ebadî berî serdana xwe ya bo Tirkiyê diyar kiribû ku ew rê nadin ji nav axa wan êrişek li dijî Tirkiyê pêk bê û gotibû ku wî ferman daye hêzên ewlehiyê ku sînorê li gel Tirkiyê bê parastin.

Herwiha diyar kiribû ku ew hêvî dikin li ser mijara avê li gel cîranên xwê lihevkirinekê pêk bînin.

Ebadî diyar kiribû ku ji bilî mesela avê ew ê li ser mijarên aborî û ewlekariyê jî bisekinin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin