Erdogan: NY hewl dide kampa Mexmûrê bigire

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dibêje, ku Neteweyên Yekbûyî hewl dide kampa Mexmûrê bigire.

Piştî vegera ji serdana Fransayê, Recep Tayyip Erdogan bal kişand ser biryara Amerîkayê ya xelatkirina dîtina cihê sê serkirdeyên PKKê û got: “Baweriya me bi biryara Amerîkayê nayê, 20 sal e ev pirs berdewam e. Civaka navdewletî jî êdî ji vê mijarê bêzar e.” 

 

Bi gotina Erdogan meseleya PKKê tenê girêdayî Qendîlê nîne û amaje bi hebûna PKKê li nav kampa Mexmûrê kir û got: “Pirs ne tenê bi Qendîlê ve girêdayî ye. Kampa Mexmûrê jî di rojevê de ye. Wek tê zanîn di vê kampê de 12-13 hezar kes dijîn. Ev kamp bûye hêlînek bo PKKê. Neteweyên Yekbûyî hewl didin vê kampê bigrin.”

 

Erdogan got: “Eger Neteweyên Yekbûyî Kampa Mexmûr bigirin, çi diqewime? Wek tê zanîn hikûmeta navendî, parlamento û serokomarê Iraqê hatin hilbijartin û pêkhateya wan bidawî bû. Em dest bi diyalogeke baş dikin. Herwiha rasterast ligel hikûmeta navendî, Amerîka, Hevpeymaniya Navdewletî û hikûmeta herêma bakurê Iraqê peywendiyan dideynin, danûstandinê dikin bo bidawîanîna hebûna PKKê li Iraqê û karê hevbeş dikin.”

 

Erdogan da zanîn, ku ew bi taybetî ligel Amerîkayê piştî wê biryarê, derbarê Qendîlê de jêrxaneke maqûl diafirînin û di hemû waran de kar li ser dikin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin