Erdogan li ser pirsa Kurd: Me ji mêj ve ev pirs çareser kir

.

 Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê pirsa Kurd de axivî ku van rojan bûye rojeva siyaseta Tirkiyê û got: “Li Tirkiyê pirsa Kurd tune, me ji mêj ve ev pirs çareser kir û qedand.”

Recep Tayyîp Erdogan di roja dawî ya serdana xwe ya Amerîkayê de li New Yorkê ji rojnamevanan re axivî û li ser pirsa Kurd ku ji aliyê Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu û Parlamenterê Wanê yê HDPê Sezai Temelli ve hatibû rojevê, got: “Li Tirkiyê pirsa Kurd tune, me ji mêj ve ev pirs çareser kir û qedand.”

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu berî niha ragihandibû ku cihê çareserkirina pirsa Kurd parlamento ye û ew ê pirsa Kurd li gel Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çareser bikin.

Piştî van gotinên Kemal Kiliçdaroglu pirsa Kurd careke din bû rojeveke germ a siyaseta Tirkiyê û nîqaş li ser “muxatab kî ye?” rawestiyan.

Ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve li ser vê nîqaşê helwestek diyar nebûbû, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li New Yorkê li ser vê mijarê axivî û helwesta xwe eşkere kir.

Erdogan bal kişand ser nîqaşên derbarê pirsa Kurd de û got, “Li Tirkiyê pirseke bi vî rengî tune ye. Me ji mêj ve ev kar qedandiye, derbas kiriye û xilas kiriye.”

Siyaset Haberleri

Şertê Artêşa Îraqê ji bo cotkaran: Pêşî li 'zêdegaviyê' mukir werin, paşê garis biçinin
Grûpa Dostaniya Kurd û Kanadayê li Parlamentoya Federal hat aktîvkirin
Stratejiya nû ya Trump: Girîngiya Rojhilata Navîn kêm dibe
Bûyera Hermoteyê Misilman û Mesîhiyên Koyeyê zêdetir nêzîkî hev dike
Neteweyên Yekbûyî: Îsal li Sûriyeyê bi sedan kes hatine kuştin