Erdogan li dijî Rojavayê Kurdistanê gef xwar

.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan piştî çivîna kabîneyê li dijî Rojavayê Kurdustanê gef xwar û got: “Ew bi biryar in gefên ku ji Sûriyê tên ji holê rakin.”

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro 11ê Cotmeha 2021an li gel kabîneya xwe civiya û pîştî civînê pres konferansek lidar xist û ji bo operasyoneke li dijî Rojabayê Kurdistanê gef xwar.

Erdogan amaje bi operasyoneke leşkerî kir û got “Derbarê hin cihên ku li Sûriyê li dijî welatê me bûne çavkaniya êrîşên terorê, êdî em nikarin xwe ragirin. Em bi biryar in, gefên ku ji van herêman derdikevin yan bi hêzên li wê derê re yan jî bi derfetên xwe ji holê rakin. Êrişa herî dawî ya li dijî polîsên me û tacîzên ku axa me dikin hedef, êdî sebra me nehiştiye. Ji bo ku van pirsgirêkan di zûtirîn dem de çareser bikin, em dê gavên pêwîst bavêjin.”

Herwiha Serokkomarê Tirkiyê bal kişand ser bihabûnên zêde yên kelûpelan û destnîşankir ku ew hewl didin hilberên ku li seranserê cihanê pir zêde bihabûne bi awayeki tixûbdar bi welatiyên xwe bigihîne û ew bi welatiyên xwe re ye.

Siyaset Haberleri

Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin
Serokê Diyarbakirsporê hat girtin: Xwe wekî 'karmendê MÎTê' da naskirin
Mesrûr Barzanî û Heval Ebûbekir li ser şewatên li Silêmaniyê axivîn
Rafael Grossi: Me li Sûriyeyê bi tonan madeyên atomê dîtin
Sedema teqîna li avahiya Meclisa Parêzgeha Silêmaniyê diyar bû