Erdogan: Ji Duşemê pê de proseya asayîbûnê ya bi kontrol dest pê dike

.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, li ser rakirina qedexeyên bo vîrusa koronayê ragihand ku ji roja Duşemê pê de proseya asayîbûnê dest pê dike.

Erdogan di bernameya pîrozbahiya cejnê ya AKPê de got, "Em ji roja Duşemê pê de proseya asayîkirina bi kontrol didin destpêkirin. Em hurgiliyan piştî civîna kabîneyê eşkere bikin. Niyeta me ew e ku em heta dawiya meha Gulanê bi tedbîr tevbigerin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, ji destpêka meha Remezanê ve ji ber zêdebûna pêketî û mirinên vîrusa koronayê tedbîrên tund ên derketina derve û çûnûhatinê ji bo bajarên Tirkiye û bakurê Kurdistanê hatine danîn ku 17ê Gulanê bidawî dibin.


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye