Erdogan “ji ber kurdan” çû Amerîkayê!

Mijar Kurd û Sûrîyê ye

Navenda Nûçeyan- Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan çû Amerîka! Erdogan dê bi Trump re behsa Rojavayê Kurdistanê û kurdan bike!

Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan qasekî berîya niha ber bi Amerîka ve birê ket. Erdogan berîya ku here Amerîka, li firokexaneya Esenboga ya Enqerê daxuyanî da.

Erdogan herî zêde behsa êrişên artêşa Tirkîyê li ser Rojavayê Kurdistanê kir û ragihand, têkoşînek xurt li wir tê dayîn. Tu dibêjî qey “şer” e! Ji ber ku çek û cebilxaneya wan ji alîyê Amerîka ve tê şandin.

Erdogan amara kuştî û birîndarên xwe jî di şer de eşkere kir û ragihand, heta niha 11 serbazên Tirkîyê hatine kuştin, 163 serbaz jî birîndar bûne, 202 jî çekdarên Sûrî hatine kuştin, 656 çekdar jî birîndar bûne, 21 sivîl hatine kuştin û 184 sivîl jî birîndar bûne.

Serokê Tirkîyê behsa hevdîtina xwe û Trump jî kir û ragihand, ewê ji Trump re bêje ku alîkarîya YPGê neke û bi fermandeyê giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî re hevdîtin neke ji ber ku ew “terorîst e!” Her wiha dê jê re bêje ku hîn şervanên YPGê ji deverên sînorî venekişîyane.

Bi gotina Erdogan, ne Amerîka ne jî Rûsya karîne şervanên YPGê ji deverên sînorî derxînin.

Erdogan welatîyên Ewropa jî tehdîd kir û ragihand, bila helwesta xwe li hember Tirkîyê biguherînin, eger wisa nekin ewê 4 milyon penaberên Sûrî berdin Ewropa, ji xwe dest bi şandina girtîyên DAIŞê kirine.

Ewropa hem di mijara êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê de hem jî di mijara xebatên Tirkîyê bo dîtina petrol û gazê li Qibrisa tirk de, bi tundî Tirkîye rexne kiribû û gefa cezakirinê li Enqerê xwaribû.

Çavkanî: Basnews

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da