Erdogan îşareta operasyoneka serbazî li dijî hêzên PKKê yên li Şingalê da

.

Serkomarê Tirkiyê Recep Tayyip gef xwar, ku Tirkiye dê ji bo derxistina PKKê operasyonekê li devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê bike.

Recep Tayyip Erdogan duhî piştî nimêja îniyê li Stenbolê, daxuyanî da rojnamevanan.

Erdogan li ser hebûna hêzên PKKê li Şingalê axivî û îşareta operasyoneka serbazî li wê devera Herêma Kurdistanê da.

Erdogan got, “Gotineke min a hertimî heye, renge şevekê ji nişka ve em bên”.

Di bersiva pirsekê de li ser daxuyaniya Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar ku gotibû, “eger Iraq daxwaza alîkariyê ji me bike em amade ne alîkariyê bidin”, Erdogan destnîşan kir, “Tirkiye hem niha û hem jî di demên berê de amade bûye ji bo encamdana operasyona hevbeş.”

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar roja 18 Çileya 2021an serdana Iraqê kiribû û li Bexdayê bi rayedarên Iraqî re hevdîtin pêk anîbûn û mijara hebûna PKKê li Şingalê û derxistina çekdarên wê ji Şingalê bi rayedarên Iraqî re gotûbêj kiribû.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di civîna li gel Akar de ragihandibû, Iraq şiyana wê yekê heye ku dawî li wan gefên li ser Tirkiyê bîne ku ji axa Iraqê ve tên kirin. Kazimî gotibû, “em rê nadin axa Iraqê ji bo gefkirina li Tirkiyê bê bikaranîn”.

Hulusî Akar piştî Bexdayê, serdana Herêma Kurdistanê jî kiribû û li gel serkirdeyên Herêma Kurdistanê hevdîtin kiribû.

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da