Erdogan heqaret li kurdan kir; herî hindik 10-15 zarok çêdikin

Erdogan ji bo navê kurdan bi kar nayne, navê rêxistina terorî bi kar tîne û dixwaze bêje ew zarokan zêdetir çêdikin û nifûsa wan zêde dibe

Serokkomarê Tirkiyê û serokê AK-partîyê Recep Tayyib Erdogan li Enqerê li Koşka Serokomarîyê de di civîna Şewirmendîya Jinan a Rêxistina Yekîtîya Islamê de axivîye û xitabê jinan kirîye û gotîye; ji bo nifûsa misilmanan zêde bibe, mehrbikin û bizewicin; divê misilman zêde bibin û gav paşve navêjin. Li Tirkiyê rêxistina terorî di vî warî de pir hesas e, herî hindik 5, 10, 15 zarokên wan hene.

Erdogan ji bo navê kurdan bi kar nayne, navê rêxistina terorî bi kar tîne û dixwaze bêje ew zarokan zêdetir çêdikin û nifûsa wan zêde dibe. Bi vê peyama xwe serokkomarê Tirk nijadperestî dike; him kurdan misilman nahesibîne û him jî wan rencîde dike.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin