Erdogan: Em ê malên elektronîkî yên Amerîka boykot bikin

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoğanî ragihand ku ew ê li dijî malên elektronîkî yên Amerîkî boykotê bisepînin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di sempozyûma partiya xwe ku ji aliyê Weqfa Lêkolînên Civakî, Aborî û Siyasî (SETA) ve hat lidarxistin de axivî.

Recep Tayyip Erdogan ragihand ku ew li dijî malên elektronîkî yên Amerîkayê boykotê pêk bînin û wiha axivî: “Em ê malên elektronîkî yên Amerîkayê boykot bikin. Eger iPhone ya wan hebe li aliyê din jî Samsung heye. Li welatê me jî Venus, Vestel heye.”

Erdogan îdîa kir ku li dijî wan êrişeke aborî heye.

Amerîka ji ber keşe Andrew Brunson li dijî wezîrên navxwe û dadê yên Tirkiyê û herwiha pola û alûmînyum ku ji Tirkiyê tên wergirtin siza sepandibûn.

Di encama krîza di navbera herdu welatan de lîreya tirkî li hember dolar gelek daket.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin