Erdogan: Em digel Trumpî gihîştin hevtêgihîştinê

Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Receb Tayyîb Erdganî îro di civîna fraksiyona partiya xwe ya li Parlamentoyê de behsa têkiliya bi Trumpî ya li ser Rojavayê Kurdistanê kir.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bal kişand ser twîtên Serokê Amerîkayê Donald Trump ku gefa aboriyê li ser êrîşeke bo Kurdan li Tirkiyê xwaribû û got, “Parvekirinên ser medya civakî yên Birêz Trump ez û hevalê min xemgîn kirin. Bilez ketim tevgerê û bi telefonê pê re axivîm. Hevdîtineke têr êrênî bû.”

Erdogan di koma partiya xwe ya parlamena Tirkiyê de piştî bal kişandina ser pêwendiya telefonî ya ligel Trump got, “Trump careke din biryara vekişîne teyît kir. Wî behsa herêma ewle ya ku ji aliyê me ve were avakirin kir…Emê li wir destûra terorîstan nedin. PYD/YPG û DAIŞ ferqa wan ji hev nîne.”


 
Erdogan herwiha diyar kir, tam ku Tirkiyê dest bi operasyonê dikir piştî hevdîtina ligel Trump wan operasyon bipaş xistiye û wiha pê de çû:

“Aştî bi gotinan nabe, bi karkirinê dibe. Niha di dorê de Minbic, Rojhilatê Firatê û bermayiyên DAIŞê hene. Bi Amerîkayê re nêzatiyên me yên cuda çêbûn. Tam me amadekariya operasyonê dikir, bi Trump re hevdîtineke me çêbû.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin