Erdogan: Dibe ku em li ser destûreke nû bixebitin  

.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro roja duşemê got ku dibe ku ew ser bernivîsa qanûna bingehîn ya nû bixebitin.

Roja duşemê 01.02.2021ê Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan piştî civîna ligel kabîneyê di konferanseke rojnemevanî de axivî û got: “Belku jî dem hatiye ku Tirkîye careke din qanûna bingehîn ya nû gotûbêj bike. Ger em bi hevkara xwe ya hevbendîyê li hev bikin, em dikarin jibû qanpna bingehîn ya nû têkebin liv û tevgerê.”

Herwiha Erdogan dîyar kir ku divê hewilên ser vê mijarê zelal bin ş bi bîragiştî re werin parve kirin.

Daxuyanîya Erdogan piştî daxwaza Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) ya qedexekirina HDPê ya ser bi kurdan tê ku partîya herî mezin ya sêyan e.

Rêxistinên mafên mirovan û hevbendîn Tirkîyê yên Rojavayî hikûmeta Erdogan tawanbar dikin ku dengê oposîzyonê dibire û hevrikên xwe dixe zindanê.

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin