Erdogan bi rûsipîyên Kurdan re dicive

Ev 50 kesayîyet ji nûnerên rêxistinên civakî yên medenî û ji rûsipîyên ji Kurdistanê pêk tên

Hat ragahandin ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyib Erdogan îro (20.10.2016) bi 50 kesayetîyên Kurd re civîneke li Anqerê li Qesra Serokomartîya Baştepeyê li dar bixe.

 Ev 50 kesayîyet ji nûnerên rêxistinên civakî yên medenî û ji rûsipîyên ji Kurdistanê pêk tên. Û civînên bi vê rengî dê demên pêşde jî berdawam bikin.

Erdogan di axaftina xwe ya duh ya bi muxtaran  re  gotina "Kî piştgiriyê bide terorê ew ê wan îmha bikin" bi kar anîbû.

Çendeyek berê jî Wezareta Karûbarê Hundir  ya Tirkiyê bi serekcerdevanên(Koruyucu) Kurdan û bi serokên eşîrên Kurdan re  li Anqerê civîn li dar xistibû.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin