Erdogan: Benda hilbijartinê wek %7 diyar bûye

.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, derbarê benda hilbijartinê de got, “Li ser bendê tiştê diyar bûye %7 e, lê wek Tifaqa Cumhur hevalan hêj biryara MHPê ya dawî wernegirtine. Lê %7 zelal bûye. MHP jî %7ê erênî dinêre. Di bin vê rêjeyê re jî eger tiştek were pêş me em dê biaxifin.”

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî serdana Bosna û Qeredaxê di balafirê de li ser siyaseta navxwe û Efxanistanê ji rojnemevanan re axifî.

Erdogan li ser siyaseta navxwe û destûra bingehîn a nû got: “Ti hêviyên bo destûra bingehîn ji opozîsyonê nînin. Ji ber me hêj gav neavêtibûn opozîsyonê deriyên xwe girtin. Piştî me reşnivîsa xwe temam kir ez dê di Tifaqa Cumhur de pêşniyarî Devlet Bahçelî bikim. Devlet beg  jî dê bi tîma xwe re di ber çavan re derbas bike û piştî wê em dê xebatê xwe berdewam bikin.”

Erdogan dibêje ji bo benda hilbijartinê rêjeye %7 diyar bûye û MHP jî bi erênî li vê rêjeyê dinêre.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin