"Erdhejê zîyana canî û madî gîhand gelê me yê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê"

Daxuyanîya Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê di derbarê erdhêja Kurdistanê de

"Şeva 12yê Mijdara 2017an li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê erdhejeke bihêz rûda.

Erdhej li Rojhilatê Kurdistanê herî zêde li bajarê Kîrmanşahê, li Başûrê Kurdistanê jî li Bajarên Helebçe û Derbendîxanê ziyana canî û madî gihand gelê me.

Li Rojhilatê Kurdistanê nêzîkî 330  kesan, li Başûrê Kurdistanê jî 7 kesan jiyana xwe ji dest dane.Li Rojhilatê Kurdistanê ji zêdetirî 2600 kesan, li Başûrê  Kurdistanê jî ji zêdetirî 300 kes birîndar bûne.

Li gorî Navenda Jeolojiya Amerîkayê bihêziya erdhejê 7.5 Rêxterê bûye.

Erdhej li gel  Bajarên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, li gelek bajarên Bakur û Rojavayê Kurdistanê û li gelek welaten Rojhilata Navîn  jî hate hest pê kirin.

Xwedê hemû qurbanîyên erdhejê bi rehma xwe şad bike. Cîhê wan bihuşt be. Serê malbatên qurbanîyan û yê gelê me sax be.

Em bangî xêrxwazan dikin ku bi rêya dezgehên resmî û sivîl yên Başûrê Kurdistanê alîkarîyên xwe bigihînin mexdûrên erdhejê yên li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê." 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin