Erdheja Îzmîrê de heta naha 24 kesan jiyana xwe ji dest dane

.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşa Bilez (AFAD) a ser bi Wezareta Navxwe ya Tirkiyê eşkere kir ku di encama erdheja Îzmîrê  ya bi hêza 6,6ê de 24 kesan jiyana xwe ji dest dane û 804 kes jî birîndar bûne.

Li Îzmîrê xebatên lêgerîna kesên di bin kavilan de mane didome û xelkê Îzmîrê şeva borî di nav çadiran de û li derve şeva xwe derbas kirin.

Li gor amarên Wezreta Navxwe û AFADê ya Tirkiyê heta niha 24 kesan ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dane, herwiha 804 kes birîndar bûne ku 743 kes li Îzmîrê, 5 kes li Manîsayê, 2 kes li Balikesîrê û 54 kes li Aydinê bûne.

Herwiha li gor zanyariyan 341 paşlerzeyên din li wî bajarî çêbûne û xebatên lêgerînê yên ku li 17 avahiyan destpêkiribû, li 8 avahiyan bi dawî bûye û li 9 avahiyên din jî lêgerîn berdewam dike.

Herwiha ji tirsa paşlerzeyan û herifîna avahiyan şeva borî xelkê navçeya Erdhejê li derveyî malên xwe şeva xwe derbas kirin.

Serdozgeriya Komarî ya Îzmîrê jî derbarî erdhejê de û xirabiya mercên endazyariyê yên avahiyê de ku herifî ne, lêpirsîn daye destpêkirin.

 

Siyaset Haberleri

Trump: Eger Îran aştîxwaz be ez dê dorpêçan rakim
Dadgehê piştî 13 mehan hinceta biryara cezayên Doza Kobaniyê eşkere kir
Lûtkeya NATOyê ya li Holendayê bi dawî bû
10 sal di ser Komkujiya Kobaniyê re derbas bûn
HSD: Îdiayên Wezareta Karên Navxwe ne rast in