Tirkîyê dîyar kir ku jiber ku Amerîka, Enqere kiriye lîsteya hikûmetên tilîya wan di karanîna leşkerên zarok de hene, dûrûtî kiriye.
Wezareta Derve ya Tirkîyê bi daxuyanîyekê da zanîn ku Amerîka ‘’bi awayekî eşkere piştgirîyê dide PKK/YPG yên zarokan bi destê zorê dikin leşker’’ û dîyar kir ku Washington bi cot-standartan tevdigere û dûrûtîyê dike.
Li gor daxuyanîyê, komên çekdar yên Kurdan yên pirtir ji 40 sal in dijî Tirkîyê şer dikin ne lîsteyê de bûne ku ew yek bi karbidestê Tirk, ‘’ecêb’’ hatiye.
Amerîka, YPG’ê di têkoşîna dijî DAIŞ’ê wek hevalbendeke girîng dibîne.
Washingtonê roja Pêncşemê Tirkîyê xistibû lîsteya welatên ku tilîya wan di karanîna zarokan de hene û bi vî awayî cara pêşî welatekî NATO ketibû lîsteyê.
Kurdistan Haberleri
Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin