ENKSê teqînên Ezez û Efrînê şermezar kir û bang li Tirkiyê kir

.

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) her du teqînên li bajarên Efrîn û Ezazê ku doh û pêr çêbûbûn û hejmarek sivî jî hatbûn kuştin û birîndar kirin, şermezar kir. ENKSê herwiha bang li Tirkiyê jî kir komên çekdar ji deverên sivîl ên Efrînê derxe û dawî li binpêkirinên pêk tên bînin.

Emîndariya Giştî ya ENKSê îro 1ê Sibatê li ser mijarê bi daxuyaniyekê ragihand: “Di dema ku ENKS van kiryarên terorîstî yên li Efrînê û deverên din rû didin bi tundî şermezar dike û xwe bi hevxema qurbaniyan dizane, daxwazê ji dewleta Tirkiyê dike bi erk û berpirsyariyên xwe rabe û aramî û ewlehiyê li herêmên ku di bin kontrola wê de ne peyda bike.”

ENKSê daxwaz ji dewleta Tirkiyê jî kir, kar ji bo rawestandina binpêkirinên mirovî yên li dijî perensîp û belgeyên navdewletî yên di derheqê welatiyên resen ên herêmê de têne kirin bike û komên çekdaran ji navçeyên sivîlan derbixe.

Roja 30yê Çileyê li Efrînê otomobîleke bombekirî li herêma Pîşesazî ya Efrînê hatibû teqandin ku di encamê de 5 kes hatibûn kuştin û 28 kes jî birîndar bûbûn.

Doh 31ê Çile jî teqînek li bajarê Ezazê yê rojhilatê Efrînê rû dabû û di encamê de 8 kes hatibûn kuştin û 27 kes jî birîndar bûbûn.

ENKS

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan