ENKSê şewitandina nivîsgeha PDK-Sê bi tundî şermezar kir

.

 Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, di derbarê şewitandina nivîsgeha Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) de, li bajarê Amûdê peyamek belav kir û bûyer bi tundî şermezar kir. Herwiha PYDê di ber rawestandina wan êrîşan de berpirsiyar dibîne.

Emîndariya Giştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de destnîşan kir: “Komeke çekdar a ser bi PYDê ve, şeva Duşemê 23ê Tebaxa 2021ê nivîsgeha PDK-Sê li Amûdê şewitand û kelûpelên di hundirê wê de şikandin, agir jî bi hewla cîranan hat vemirandin.”

ENKS da zanîn: “Ev karê tirsnak di çarçoveya zincîreyek ji kiryarên wan koman de tê ku armanc jê zêdekirina nerehetî û aloziyan e, bi taybet di van demên dawîn de gelê me di şert û mercên ewlehiyê û rewşa dijwar de dijî.”

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “ENKS van kiryaran bi tundî şermezar dike û berpirsatiya rawestandina wan jî dixe ser milê PYDê. Herwiha ENKS dixwazê ji fermandariya HSDê dike ku bi sozên xwe pabend be û sînorekê ji van binpêkirinên dikevin xizmeta dijmanên gelê Kurd re deyne û tawanbaran ceza bike.”

ENKS tekez kir, kiryarên bi vî rengî, wê ji armancên wê yên pêkanîna yekrêziya Kurdî û dabînkirina mercên ewlehî û aramiyê ji gelê Kurd û hemû gelên herêmê re dûr naxe.

Kurdistan Haberleri

Li Amedê di pîrozbahiyên Amedsporê de 11 kes birîndar bûn
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo berdana dîlan xwenîşandan hatin lidarxistin
Pêkhateyên konferansên 14 û 28ê adarê û HAK-PAR, PDK-BAKUR dikarin bingehê tifaqa neteweyî deynin
DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin