ENKSê revandina endamên PDK-Sê şermezar kir

.

 Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bi daxuyaniyekê li ser revandina endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) ji aliyê çekdarên PYDê ve şermezar kir û daxwaz ji serkirdatiya HSD û Amerîka kir, destêwerdanê bikin û van girtiyan azad bikin.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê diyar kir, “Tevî bangewaziya ji aliyê dost, civak û rewşenbîran a ji bo serxistina danûstandinan û gihîştina bi rêkeftineke Kurdî – Kurdî, lê berûvajî wan bangewaziyan û li dijî perensîpên mafên mirovan, dezgehên ewlekariyê yên PYDê roja 17ê Tîrmehê hejmarek ji endamên PDK-Sê revandin.

Sekreteriya ENKSê da zanîn, Mihemed Salih Ehmed li Çilaxa, Izedîn Mehmûd li Qamişlo, Mihemed Eyo li Qamişlo, Berzan Husên li Girkê Legê hatine revandin û li Kobanî jî bi ser mala serkirdeyê di Partiya Yekîtiya Kurdistanî Weysî Şêxî de hatiye girtin.

Sekreteriya ENKSê destnîşan dike, girtina van çalakvanan, sivikkirina bi raya giştî û serkutkirina bîr û baweriyên cuda ye û armanc ji van kiryaran, hilweşandina danûstandinên Kurdî – Kurdî û gihîştina bi rêkeftineke yekrêziyê di vê qonaxa niha ya hestiyar de ye.

Herî dawî di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê van binçavkirinan şermezar dike û bang li serkirdatiya HSDê û Amerîka wek serperiştyara danûstandinên Kurdî – Kurdî dike, destêwerdanê bikin û sînorekê ji van binpêkirinan re deynin û van girtiyan azad bikin.”

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn