ENKSê li ser girtin û revandinên vê dawiyê bang li HSDê kir

.


ENKSê girtina çalakvanekî li Qamişlo şermezar dike û dibêje, ev kiryar wê yekê diyar dike, ku PYDê rêgiriyan li pêşiya her lihevtêgehiştinek Kurdî datîn e û danûstandinan dike armanc.

ENKSê diyar kir, girtina çalakvan Fener Mehmûd tekeziyê li wê yekê dike, ku Rêvebirî û kesên birêve dibin, nikarin rêzê li nerîn û îradeya xelkê bigrin û zimanê gef û hêzê li dijî wan bikar tîn in.

Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê di daxwiyaniyekê de ragihand, duhî êvarê çekdarên bi ser PYDê ve çalakvanê ragihandinê Fener Mehmûd girtin e û ber bi cihekî nediyar ve birin e.

ENKSê di daxwiyaniya xwe de diyar jî kir, ev girtin piştî helmetek a girtin û revandina hejmarek xwendevan û malbatên wan li Dirbêsiyê hat, û heta niha jî her yek ji Cîhad Elîko û Nîzamedîn Elîko girtî ne.

ENKSê diyar kir, girtina çalakvan Fener Mehmûd tekeziyê li wê yekê dike, ku Rêvebirî û kesên birêve dibin, nikarin rêzê li nerîn û îradeya xelkê bigrin û zimanê gef û hêzê li dijî wan bikar tîn in.

Emîndariya Giştî ya ENKSê girtina wî çalakvanî û herweha ya malbatên xwendevanên Dirbêsiyê şermezar kir û got, ev kiryar wê yekê diyar dike, ku PYDê rêgiriyan li pêşya her lihevtêgehiştinek Kurdî datîn e û danûstandinan dike armanc. Daxwaza azadkirina hemû girtiyan dike û daxwaz ji serkirdayetiya HSDê jî dike, sînorekî ji van kiryaran re deyne û bi berpirsyariya xwe rabe.


 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin