ENKSê li ser 3 saliya dagîrkirina Efrînê peyamek belav kir

.

 Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) binpêkirinên mirovî û kiryarên li Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ve tên kirin şermezar dike û bang li Tirkiyê grûpên çekdar ji Efrînê derxîne û rêveberiya bajêr radestî xelkê wê yê resen bike.

Emîndariya Giştî ya ENKSê di sêyemîn salvegera dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdaran de daxuyaniyek belav kir û ragihand, ji dema kontrolkirina Efrînê ji aliyê hêzên Tirkî û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên ser bi wê ve, xelkê Efrînê yê resen ê kurd rojane rastî tawan û binpêkirinên revandin, eşkencedan, dizî û talan, destdanîna mal û zeviyan, têkdana cihên giştî, têkdana bi mebest a cihên dîrokî û şûnwaran û bicihkirina koçberên navçeyên din ên Sûriyê tên.

ENKS di daxuyaniya xwe de aşkere dike, ev hemû tawan û binpêkirin bi armanca guhartina demografî Efrînê û li dijî hebûna kurdan li wê herêmê tên kirin. Tevî ku ev binpêkirinên mirovî yên li dijî xelkê Efrînê tên kirin ji aliyê rêxistinên mirovî û yasayî ve tên belgekirin, lê hîna ev binpêkirin û êş û azara Efrîniyan berdewam e.

ENKS di daxuyaniya xwe de van binpêkirinan şermezar dike û bang li sazî û rêxistinên navdewletî dike van binpêkirina rawestînin û herwiha bang li Tirkiyê dike, ta ku bi erkê rabe û grûpên çekdaran ji nava gund û bajaran derxîne û rêveberiya bajarê Efrînê radestî xelkê wê resen bike.

Herwiha ENKS daxwaz ji Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) dike, rêkeftinên bi ENKSê re yên derbarê rawestandina binpêkirinan û vegeradina koçberan îmze kirine bi cih bîne.

Li dawiya daxuyaniyê ENKS bang li Amerîka û Rûsyayê dike bilez pêvajoya Cenêvê û biryara navdewletî 2254 aktîv bikin, ji bo çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyêre bibînin ku di çarçoveya wê de Sûriyayeke demokratîk, firehalî û federalî bê avakirin û mafên kurdan û hemû pêkhateyên din di destûrê de bêne misogerkirin.

Kurdistan Haberleri

Teşkîlata Batmanê ya PWKyê, Li Batmanê, Li Ser Caddeya Gulistanê Jenosîda Helebçeyê Bibîranî
Bi dosyayekê li ser sedsaliya Qamişlo.. Kovara "Soryaz" jimara xwe ya yekê derdixe
PWKyê Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Anî
Li Hewlêr, Silêmanî û Koyeyê êriş, 4 sivîl birîndar bûn
Sibe salvegera Helebceyê ye lê çalakiyên berfireh hatin betalkirin